Mîran Elî - Cejnî Merg
wêneyê hunermendî:ê 54 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mîran Elî - Cejnî Merg

Cejnî be şêwey peşêwîy u beşîn
Be ah u of u ax ax, be nale u girîn
Be awazî dil, dilanî xemgîn
Be ahî sard u be bijey birîn

Xuşkan le xwêna çeqî u ta keman
Bo herle birroy şîn bê seranser

Cejnî cêy bînîn jûrî zîndan bê
Cejnaney lawan, ay kotî giran bê
Şadî u bezimman ciger êşan bê
Ya xwa ew cejne be zehrî mar bê

Ew cejne gorrî şîn u şepore
Dil pirr le zam u jiyan serşorre
Dil pirr le zam way, jiyan serşorre

Ah cejnêk cejinme
Cejnêk cejinme xakî Kurdistan
Jêr çepok nebê, bijî Kameran
Jêr çepok nebê, bijî Kameran

Korrî lawanî le derd dirawim
Xwênî gencanî ax, Kurdî kujrawim
Bîsênim ewsa nanî birrawim
Destgîrim bibê ta bê henawim

Ewsa pirr be dil elêm şadiye
Elêm wa cejne ax, ay gel azadiye
Elêm wa cejne, gel azadiye.

Helbest: şêrko Bêkes
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?