Mirazê Egît - Bişarê Çeto
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirazê Egît - Bişarê Çeto

Oy ax lê wayê, wele nayê, bîle nayê axe,
De roja înê, çarşemiyê, mala bavê min nayê dayê ax,
Saliho de ronî wî dilê mi rebena Xwedê Bişaro lawo vê sibê dilê mi ax,
Agirekî wî ketiyê her çar malê lê lê li ber kaniyê,
Mi go wextê heyanî wextê oy oy ax,
De tu rabe sêxatê fişengê xwe girêde,
Tivinga reş hilîne keko çiqasî bejna te tê oy oy ax.
Oy oy ax, ez ê wî herim xwe bavême dawê dîleka Cemîlê Çeto,
Na wele siyaro dîsa li vî siyarî, ay ay ax,
Ez ê bêjim de tê xet û derbeka lêdixî, ay ay ax,
Sadiqê Mihemed siyarê sorbozê,
Bavê Wediyayê, kilê çavê xanima ax,
Şerekî li mînanî şerê Geremerhana şewitî,
Bişaro hey lo lawo, helhel bi kêra me tê wey lo.
Oy oy ax lê wayê, wele nayê wî, bîle nayê wî,
Roja înê, çarşemiyê mala Nasir nayê dayê ax,
Sadiqo de ronî wî Geremerhana şewitî dinêre,
Bişaro lawo dilê mi ra wê kereng e ay ay ax,
Sostema destê Bişarê Çeto, êvar da ker e xweyo nizam çima nade deng e, oy oy.
Oy oy ax ez ê herim xwe bavême dawê dîleka Cemîlê Çeto,
Na wele siyaro vê sibê vî siyarî ay ay ay ax,
Ez ê bêjim de tê xet û derbeka lêdixî, ay ay ax,
Ê Sadiqê Mihemed siyarê sorbozê,
Bavê wediyayê, kilê çavê xanima,
De tê xirab nekî bejn û bala vî camêrî,
Na wele keko kolozê dozde reng e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?