Mirazê Egît - Delal
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirazê Egît - Delal

Oy oy were way delal, hoy delal lo tu delal î,
Ay delal qurban lo tu delal î oy oy ax.
Delal qurban, şerekê me qewimiye Çawîşwana wêran lo berî avê,
Delal qurban, qalekê me qewimiye Camûşvanê lo bêrî avê,
Eskerê Kozde ber cawê va lo gula davê yo,
Elî Begê di nava meydanê de lo kire gazî,
Go gele mêrê çêno hûn ê çê bin çê bixebitin,
Minê vê sibê cinyazê lawika bire mala dayê lo berî avê.
Oy oy werê hewar e lo xweş hewar e hû,
Werê hewar e lo xweş hewar e hû,
Dora koşka kekê mi dêranê girtin lo çar nikar e hû,
Her çar kekê mi dêrana Xwedê ra vê sibê bivê dijmin wa neyar e,
Divê çiyakî mînanî çiyayê Sirûcê wê ser da bînin xwar e oy oy oy lê.
Oy oy oy ax, were hay delal, hay delal lo tu delal î,
Way delal qurban dîsa lo tu delal î oy oy ax,
Delal qurban şerekê me qewimiye Çamişwana wêran lo van beyara,
Xweş tê dengê eynelî, mûsêniya,
Na wele belav bûne nalenalê lo birîndar e ax,
Elî Begê di nava meydanê de kire gazî,
Go gere mêrê çêno hûn ê çê bin çê bixebitin,
Minê nava meydanê bi tenê hildaye heyfa begê lo gula siyara.
Oy oy were hewar e, lo xweş hewar e,
Dora koşka kekê mi dêranê girtin lo çar nikar e,
Her çar kekê mi dêranê ra vê sibê dijmin ha neyar e,
Divê çiyakî mînanî çiyayê Sîpanê Xelatê wê lê ser da xwar e,
Were hay delal, hay delal, delal qurbanlo tu delal î oy oy.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?