Mirazê Egît - Peyayo
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirazê Egît - Peyayo

Oy oy de nalî nalî nalî nalî nalî nalî nalî lo peyayo,
Peya qurban, bejna ziravkê Çeto wê bi hez e,
Delal qurban Mêrga Silokê Çeto wî bi hez e, ya oy oy oy ax,
Mi dî dema dinê peyakî wê da tê ji qazîxorê lez e û ay ay ax,
Gava milê peya dinêrim deling bi dava talibê wan kim wezê ay ay ax,
Peyayo ho peyayo serê qîzapê vê navrojê wa qurbano,
De xêra mala Xwedêra tu dijminê koma konê malê bavê min bûyayî.
Ay ay de nalî nalî nalî nalî nalî nalî nalî lo peyayo,
Peyayo qurban, war mala, wa war mala,
Delalo qurban war mala, wa war mala,
De bira nava dilê peyê keve vê sibê tope topê,
Birûske birûskê van ezmana ax,
Peyayo qurban de tu were şûrekî simbêla gerdankê mi ra xîne,
Vê sibê xwar ke ser kongê kongê van dirana.
Lo peyayo qurban, de tu were ber donzdeh, sêzdeh sîyara qîzapê bigerîne,
Rûkî rûspîtî na wele dîsa bûka teze oy, oy ax.
Hev ra lo bi hev ra gelî siyarê peyayê Weliyano,
Şûrê mertalê peyayê tekî tenê jê bistînin û axe,
Sibê bînin werin zavangê wan teze ra.
Peyayo ho peyayo serê qîzapê vê navrojê wa qurbano,
De xêra mala Xwedêra tu dijminê koma konê malê bavê min bûyayî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?