Mirov - Xewna Zarokekî
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirov - Xewna Zarokekî

Ez çûm ser kendalekî
Dil û çavên min bi girî
Wey dinya tu çi giran î
Li ser milê min ê tazî
Wey dinya tu çi giran î

Ez zarokekî westiya yî
Di paniyên min de dirik tijî
Ez nîvco me dinya tu dizanî
Wey dinya tu çi giran î
Li ser milê min ê tazî

Were, were, were min xilas bike supermena min
Were, were, were em bifirin supermena min
Were, were, were em herin supermena min

Tu dizanî, ez nîvco me
Tu difirî, ez rêwî me
Ev dinya çokên min dişikîne
Were min ji erdê hilîne
Zû bike
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?