Mîrxan Amed & Ergîn Xelîkan - Were Pencerê
wêneyê hunermendî:ê 122 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mîrxan Amed & Ergîn Xelîkan - Were Pencerê

Wer pencerê pencerê lê lê,
ka tu veke pencerê
Were ba min wer hêla min,
veke ji min ra pencerê
Birîna dilê min vemeke,
derdê dilê'm hezar e
Çima ji min bi dûr ketî ?!
evîna dilê'm zû were
Ez çûme çûme, tim çûme,
çûyîna xwe poşman bûme
Vegerim ku te bibînim
ka tu li ku yî ez tême
Ketim destê yar xayînê,
evîna te girtîme
Nikarim herim tu deran
dilê te da hebsîme
Wer pencerê pencerê lê lê
ka tu veke pencerê

Gotin: Ergîn Xelîkan
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î