Mîrxan Serhedî - Çi Çem e Ehmed Beg
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mîrxan Serhedî - Çi Çem e Ehmed Beg

Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Zaxokê
Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Zaxokê
Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan Dihokê
Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan Dihokê
Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik kiçkokê
Yeka l'gundê me ez qurbano memik kiçkokê

Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Behdînê
Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Behdînê
Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan ser bîrê
Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan ser bîrê
Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik hejîrê
Yeka l'gundê me ez qurbano memik hejîrê

Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Bexdadê
Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Bexdadê
Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan seyranê
Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan seyranê
Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik fîncanê
Yeka l'gundê me ez qurbano memik fîncanê

Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Xetarê
Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Xetarê
Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan bin darê
Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan bin darê
Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik hinarê
Yeka l'gundê me ez qurbano memik hinarê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î