Misretê Elîlito - Ce Yo Yo
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Misretê Elîlito - Ce Yo Yo

Were yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo,
De lo lo siyaro siyartî wê li te tê,
Li erafê meydanê li biyetêqezencê destê xwe bavêje dizgînê neyara ra dayne
vê we metê.
Here mi go, kopekê vê gulekê berî bedena Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro,
deqê bi gul metê,
Mêrekî çê ye rojî qaleqalê giran dîsa kêrî mala bavê te tê.
Were wê wê wê wê wê wê wê wê wê wê,
Metê ho meke kopekê bêîmanê ho meke,
Vê gulekê berî bedena Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro,
Mele mêrekî çê yê nava neyara da li erafê meydanê cinyazê vî maqulê xera neke.
Were yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo,
Lê lê metê Metelanîka wêran ketim sala îsal benda,
Mi go hespê Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro deqê bi gul e,
Bikişîne ser nala li nalbenda.
Were mi go kopekê wê gulekê berî bedena Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro,
deqê bi gul metê,
Mêrekî çê ye, heqem xeyalê neyara, na dîsa wê di dil da.
Were yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo,
Lo lo siyaro metê Metelanê kavil ketim wê bi mil e,
Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro, ji mal siyar bû,
Devî ken e kolozî xwarî wê ser mil e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?