Misretê Elîlito - Hêdî Bajo
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Misretê Elîlito - Hêdî Bajo

Bê vê sibê qizilhacê bîna bê tê,
Sibe ye qizlacîwê bîna bê tê,
De vî gulî martiliyê îşev di êvar da çar nikar tê,
Çawa kesekê tune cewabê bide Gimgima şewitî li wê cimê’ re wêê,
Ji Bêrûtê wê ji efendî ra le.
Lê lê gulekî lêdane Tekîfê Silo birîndar e,
Nalînê lo metel tê, hêdî bajo lo birîndar e,
Mele bînin bira selewat biqale.
Lê lê şerek li mi qewimî, Qizilhacê wê zeviya ketê,
Vê bire siyare mi Hesena ji mal siyar bûn go ser bi ketêl,
Çawa kesekê tune cabekê bide Gimgima şewitî wê cimeta Golê,
Ji Bêrûtê wê ji efendî ra le.
De vê gulekê li me dane, Ji me kuştine Tekîfê Silo, qeymeqamê wê dewletê wê,
Hêdî bajo lo gula siyara,
Divê neleqînin birînê van birîndara.
Bêvê şerek li mi qewimî, Qizilhacê wê li beyara,
Heqoy qewe Hesena qileçe çêkirin wê li ber dara,
Çawa kesekê tune cewabekê bide Gimgima şewitî wê ji Mihê ra,
Ji Bêrûtê wê ji efendî ra le.
De vê gulekê li me dane, ji me kuştine Tekîfê Silo gula sîyaro,
Hêdî bajo lo birîndar e, meleqînin gula siyara bêhale.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?