Mistefa Bazîdî - Dilo Yeman
wêneyê hunermendî:ê 58 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mistefa Bazîdî - Dilo Yeman

Bête dinya teng û tarî
Ser bextê me agir barî
Tîr berdanê wî em kuştin
Em qedandin bi dijwarî

Dilo yeman, dilo yeman
Ez hesreta herdu çavan
Yar min xeyîdî derman nema
Dilo yeman, dilo yeman

Dil bû volkanek agirî
Ronî li çavêmin dibarî
Ciwanî çû, emr qedîya
Ez çi bikim tû ne hatî

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Mistefa Bazidî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î