Mizgîn Tahîr - Evîna Cegerxwîn
wêneyê hunermendî:ê 200 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mizgîn Tahîr - Evîna Cegerxwîn

Yar ku ne mêvanê te bî ma tê bi mizgînê çikî?
Daye ne rêzanê te bî ma tê bi dûrbînê çikî?
Yar wek kevoka xweş kedî
Serbest û bê şerm û fedî
Xwe li pencera eşqê nedî
Ma tê bi wê dînê çikî
Heta di eşqê wernebî
Heta di eşqê wernebî
Dil wek bîhokê zer nebî
Wek mem evînperwer nebî
Ma tê bi wê zînê çikî?
?
Gul jê nebarin mil bi mil, tê bi nerînê çikî?

Yar ku bi moda kevn neyê
Û Palê nede ser maseyê
Xweş xweş neyê dengê neyê
Ma tê bi şêrînê çikî?
Bê zêr û zor û şans û yar
Bê av û cam û gulîzar
Bê xurtî û bê soz û bê kar
Ma tê bi vê jînê çikî ?
Ta wek Cegerxwîn dîn nebî
Evîn di dil de şîn nebî
Talî bi te şêrîn nebî
Ma tê bi zanînê çikî?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?