Mizgîn Tahîr - Heyran Jaro
wêneyê hunermendî:ê 143 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mizgîn Tahîr - Heyran Jaro

Heyran jaro
Malan barkirî ji berê deryayê
Ay lê malan barkirî ji berê deryayê
Hey de bila kula Xwedê bikeve mala sabûnpêjê
Hey, sipêr tê
Heya Jaro hay ax ax
Wey lê piyê heyranê mirê malê gemar girtî
Wey torê ezê şor bê …
Hey le mino …
Ho hoy şor bê ser pehniya ma
Hey wayê wayê wayê
Hey bila heyranê min sax bê
Hohoyê dostê xayinê yemanê
He heyyy ha heyy ya!
Heyran Jaro,
Heyran jaro
Malan barkirî ji berê deryayê
Keriya xwe kêşa astengê hey lemino!
Ay lê malan barkirî derya keriyoka xwe kêşa hahey astengê
Ay lê heyran dibêje teze ez hatim tevafa xal a gerdana yarê
Hey le mino
Hohoy wê rext keleşê navtengê way
Hey wayê momê momê
Ay lê te kiras qezê Werzeromê
Te hinara li ser şitlana rebenê
Ho ho hoy min desta girta min dev çomê ax hey
Heyran Jaro
Heyran Jaro hoy
Ezê ji kulikê te dimirim here hoyê ho ho ho hoyê
Heryan Jaro min got ezê ji kulikê te dimirim
Mane çavê reş u belek kilê Siphanê jê nagirim
Yarikê vî zemanî bi dev dostin
Wey qelba dilê xwe kafirin!
Heçi ku dostik û yarika wan kêfa dilê wan be,
Li gor milk û emlak a ji bav u birakê me re şêrintir e!
De jaro ho ho hoy
Wey de rabe keçkokê , mal te keçîne he hey
Memik hêke li ser hêlin e
Zozan xweşi n
Wey delalê ez û tû biçînê
Heyran tenîna Sindiyan!
Heryan jaro min go tenîna Sindiyan!
De min got malan bar kir reş kona, hay
Ezê nizanin ne simbêlê heyranê min sortire ;
Ne qurmizê ser detsê keçkokê van Cuhiya!
Ezê heyranê xwe havînê banê xanî nehêlim
Ber gezê van pêşuyan!
Ezê destê heyranê xwe bigirim ra serê mila,
Hey leqayî pêşberê ser xaniyê wey çêrina van kûviyan
De jaro ho ho hay
De bila heyranê min sax be,
Le belê canika wê jî vire.
Heyran, heke tu mazî çinî
Xwe zinaran bernede lo!
Heryan jaro, min got ;
Heke tu mazî çinî xwe zinaran bernede.
Heke tu hevala û hogir bî; gotinan li min n de!
Na ne wele heke tu heval û hogir bî;
Şevika nîva şevê rabe were.
Destê xwe bavê xal û nîşana gerdenê, sing u berê tu bernede!
Heyanî sehera serê sibê,
Melayê azanê , sitêra sibê li me ve de
De jaro ho ho ho hayê
Hey de rabê keçkokê he hey
He hey cahil e mal te nanpêje
De tê naninkî pêjî bavêjî nav devê sêlê
De kulik u meraqa heyranikê xwe jê
Wey lê çavê xwe paqij kê ji hêcatê vê dukelê
He heheyy
Ha hiyyy ya ax
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?