Nadirê Efo & Xana Zazê - Ho Bi Leylê
wêneyê hunermendî:ê 49 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Efo & Xana Zazê - Ho Bi Leylê

Ho bi Leylê, ho bi Leylê.
Mêrê Leylê pepûk e,
Xesiya Leylê şibûk e.
Îşev şev lê kutaye,
Kula Leylê dildan e,
Ew êtîmê gundan e.
Ax û manim divdiman,
Kewkubar im, gula govenda Leylê,
Ho bi Leylê, ho bi Leylê.
Ho bi Leylê, ho bi Leylê,
Bejna Leylê dirêj e,
Gula pê ra davêje,
Mêrê Leylê dengbêj e,
Me ra gula dirêje.
Axû manim divdîman,
Kewkubar im, gula govenda Leylê,
Ho bi Leylê, ho bi Leylê.
Ho bi leylo, ho bi leylo,
Cemîl bavê Cemal e,
Ew dersdarê hemiyan e,
Gilî gotina li hev tîne,
Aqlê zêrîn serîn e.
Axû manim divdîman,
Kewkubar im, gula govenda Leylê,
Ho bi Leylê, ho bi Leylê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î