Nadirê Eslan - Lê Lê Wayê
wêneyê hunermendî:ê 37 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Eslan - Lê Lê Wayê

Herê lê, îşev şev e nîveka di şevê ye,
Dizekê hatiye mala bavê min dêranê dizî şevê,
Evî malxirabî biriye xurca mi dêranê,
Qedere malê lawikê mi jî tev e,
Ez ê vê sibê rabim zêrekî Mehmûdî eniya xwe biqetînim,
Ez ê peyakî kirê bikim,
Ez ê pisûlekê binivîsim bişînime cem xanê Qeleniyê,
Ez ê bejim hal û hewalê min û gede siltan û tolazê te jî ev e,
Herê lê lê ax, herê lê lê,
Ê lê lê dînê minê çi gotibû qe teyê nana nekir,
Kurmalê minê çi gotibû qe teyê nana nekir,
Teyê zendeke kar û barê morî mircan,
De vê sibê li gaz û bêlanê bilind ba kir,
Hê de divê teyê zendeke kar û barê morî mircan,
Li gaz û bêlanê bilind ba kir,
Ez ê biçûk bûm, cahil bûm çaxê te ra,
Teyê agirek berdaye mala bavê xwe bi tenê,
Teyê merezek di canê min peyda kir,
Herê lê lê ax, herê lê lê.
Ê lê lê dînê, Erezê şewitî vê sibê têye fûrefûr e,
Erezê kavil têye fûrefûr e,
Xwedê ava kirî qeraxî tenik e, orte kûr e,
Hê de divê bira Xwedê xira bike mala welatê Alî Osmaniyê, dewleta romê,
Divê ciyê xercan û xeracan e,
Ebûra min û keleş kawa min tê da nabe,
Ê de divê ez ê dikim vê sibê destê keleşkawa xwe bigirim,
Berê xwe bidime welatê ûris,
Xwedê ava kirî ew jî ji me dûr e,
Herê lê lê, ax herê lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?