Nadirê Eslan - Lê Weylê
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Eslan - Lê Weylê

Lê lê wey lê, lê lê dînê, dilê minê hafê Kurdaliyê deştê,
Kurmalê, dilê minê hafê Kurdalîyê deştê,
De vê sibê di zozanê here jorîn, Çiyayê Elegeza şewitî,
Divê dengê pîjikekî tê xelqa têlî delal li ser temrê çiqa li min xweş tê,
De va serê çend heftiyan e, çevê min çevê xelqa têlî delal neketiye,
Divê wezê axînê dikişînim,
Divê dewsa axînê xwîna reş tê gidî,
Ax gidî lo lo, divê gidî lo lo lo helebiyo,
Siyarî siyarê bozeke lo celebiyo,
Sivê heta êvarê derê mala bavê mi evdala Xwedê ra dajoyî,
Diçî û têyî lo çerxekçiyayo,
Malxirabo, kêf û henek laqirdiyê dinyalika gewr danayê te ez kuştiya,
Ca qasekî derê mala bavê mi evdalê peya be,
Binê halê mi dêranê lo çi û çiyo.
Bê le wey lê, wey lê, wey lê, lê lê dînê, dilê minê hafê Kurdaliya çiyê,
De vê sibê bire konê me eşîrê wê danîne zozanê here jorîn,
Lo gidîno, çira rexê belekiyê,
De bira dûrî gunda be sebeb xêrê wey qe nevînin,
De divê nehiştin mirazê min û xelqa têlî delal çend saleka bive bi halê koçe-
riyê,
De lê gidî lê lê, gidî lê lê,
Rast e soz û qerarê min û teyê lê tev hev hebû,
De bira Xwedê mala dewleta Alî Osmaniyê ne xana Xwedê ke,
Sed û yek sal tê da ceza û gune lo eşkere bû,
Sed û yek sal ceza û gune da min heta welatê xerîba vegeriyame,
Gidî wextê mi bihuriye emrê lê teze nebû.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?