Nadirê Eslan - We Lê Lê
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Eslan - We Lê Lê

E lê wey lê lê lê dînê, dilê mi Dêrsim e xweş Dêrsim e,
Kulmalê dilê mi Dêrsim e xweş Dêrsim e,
De avê belekiya, li çiyayê here jorîn dihelin, tên tevî avê çema û kaniya dibin,
Lê kulmalê hewar û qîrîn e gimegim e.
De keleşkawa minê li ser kaniyê rûniştî bû,
Sazekî li destan e, têlekî zêr e yekî zîv e,
Ku li halê dilê min û xwe ra lêdixe, dike gimegim û zimezim e,
De divê lawiko qurban, tê diçî bajarê Diyarbekirê bajarekî pir giran e,
De bira temînga mi li te be, tu mi ra bazar bikî fînongê Tunis, qotika Şamê,
Li dorê şereke reşerîşî dirêj e dorbigurm e,
Wey lo, wey lo lo wey lo, wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê.
Ê lê weylê, de wey lê, lê wey lê, wey lê lê wey lê,
Lê lê gidiyê, ezê nizanim bejna teyê gul e yan sorgul e,
Kurmalê, ezê nizanim bejna teyê gul e yan sorgul e, lê lê lê,
De divê zimanê devê te da nizanim şalûl e yan bilbil e,
De bira dê û bavê te xêrê wayê qe nevînin,
Çev berdane mal û halê dinyalika gewrik,
Qelenê kurmanciyê yî giran destê te ji destê mi derxistin,
De wê tu dane kotî şindokî mêra,
Sivê heta êvarê sikûra teyê li hevala xwar e,
Çevê te hêsir e, dilê teyî kul e,
Wey lê, wey lê lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil,
wey dil, wey dil, wey dil.
De divê sondekê minê xwariye,
Ezê tu car tu cara naçime baxê bêgul,
De divê di baxê bêgul da kundê korê rûniştiye dixwîne dewsa şalûl û bilbil,
Wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil.
De bira Xwedê xira bike mirazê bêdil,
Mirazê bêdil, mînanî gakî, gidîno reş î qol î bê cil,
Mînanî meşkekê du pîr bavêne orta xwe binê berkela bêkêl,
Ê na wele mînanî baxê bêgul,
We ydil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?