Nataliya - Zamawend
wêneyê hunermendî:ê 57 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nataliya - Zamawend

Ruxsarit dill bizwêne gullim şoxî bê wêne
Be nîgat le dûrewe peyamî ’eşqit bêne
Raz û niyazî ewînut bê perde bidirkêne
Yaxud dillim şad bike ya ruhim lê bistêne

Şayiye zemawend e çopî kêşane
Şayiye zemawende çopî kêşane
Ger bê meylim key
Debime dêwane
Debime dêwane

Gullim bînayî çawim demirim be estem mawim
Lew rojey tom nasîwe kizey lê dê henawim
Mîradgrî  mecnunum lew rojey ke xullqawim
Bê to kesê şik nabem, şadke dillî rencawim

Şayiye zemawend e çopî kêşane
Şayiye zemawende çopî kêşane
Ger bê meylim key
Debime dêwane
Debime dêwane

Dillim nuqmî giryane, qet nanûm be şewane
Key şewî dillî dilldar bê derd û xem û jane
Le dûrî bê toya yadekanit mîwane
Heta key çawerrwanî? temenim rû le xezane

Şayiye zemawend e çopî kêşane
Şayiye zemawende çopî kêşane
Ger bê meylim key
Debime dêwane
Debime dêwane

Nemzanî rojê dadê bê to aramim nabê
Boçî awa lêm sardî, wek netnasîbim wabê
’eşqî minit welane, wek çon du’at lêkirabê
Rojê dê pakî û rastî minit bo aşkirabê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î