Navîd Zardî - Hêllêkî Sûr
wêneyê hunermendî:ê 76 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Navîd Zardî - Hêllêkî Sûr

Nêwan dû gundî ême hêllêkî sûr nirawe
Her bistêkî em xake willatê tirî nawe
Firrînî dû pepûle berew yekdî tawane
Qoll best kirawe jiyan azadî le zîndane
Willatî kaniyawekan tînûy tawêk barane
Bese besyetî zistan beharî serhelldane

To çekit le des daye û minîş pênûsî helldegrim
Be gole lêyde to minîş be wişe sîngî helldedirrim
Pêşmerge û gerîla herdû bo yek mebest
Parêzgarî le gel û nîştiman man û bes
Pênûs binûse be tikanî xwên le rojawa
Laye laye dengî tifengî ye bo mindallî sawa
Pênûs billê kobanî,allay xorragrî kurdanî
Êsta toy ke hêmay sirrînewey lozanî
Dinya kwêre, gwêy kerre, dillî sarde
Nabînê û nabîstê ke kurdîn û kurdistanî
Celawla,xaneqîn û şengal xorragir bin
Kobanî altirnatîve, rolley xor û agir bin
Mehabad, sine û kirmaşan bellênîyan dawe
Qamîşlû, dêrsîm û amed le ser pê rawestawe
Des dirêjî hêllî sûre, sinûr watay nemawe
Gelî yekgirtû nabezê, willatîşî parêzrawe

Kelhir zuwanim, manîşt nîşte cam
Defterê omrim eger bî temam
Kurdistan bizan manîşt nişînim
Niye tunim zamê we giyanit bunim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?