Necmedîn Xulamî - Agire Sûrê
wêneyê hunermendî:ê 94 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Necmedîn Xulamî - Agire Sûrê

Min pişkoyek lew agirem ke asinîş etawênê
Min dilopêk lew baranem ke deryayek bedî dênê
Min şemalim ew şemaley pir le şiney be soz u taw
Demew behar befrî dagîrkerî wilat ekem be aw

Min jîlemom ew jîlemoy diway hezaran aw lê pijan
Dîsanewe gir dehawêm deylêmewe goranî jîyan

Katê saway bawik kujraw firmêsk erjênê be tase
Min be soztir lew esrînem beqîntirim lew henase
Min bawerim bûmelerzem dili zewî delerzênim
Kêw u telan le bin dênim hemû cîhan dehejênim

Min rûnakî asoy jînim wek taw heldê bo jêrdestan
Min şorişim agiresûrem agiresûrekey kurdistan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?