Necmedîn Xulamî - Le Dûrewe Ra
wêneyê hunermendî:ê 66 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Necmedîn Xulamî - Le Dûrewe Ra

Le dûrewe ra be şine şin û
Xendey wişewe şî'rêkî çawreş
Be rêgawe bû bêtewe laman
Destêkî gizing, destêkî ta jan
Pirçî samall û ballay qellbeze
Pence gezîze estêrkî sarîn
Pirr pirr le xewn û
Pirr pirr le bonî êwarey Bokan

Le dûrewe ra kotire şînkeyek
Be gimey terrî beyanyanewe
Be rêgawe bû bêtewe laman
Ew ballî perrey gull hêroy spî û
Em ballay zerdî aware bûn û
Hezî narincî xozgey xall xall û
Çi qijnî sewzî ba asmanewe
Denukî eda le şuşey hewrî
Reng wenewşey ser deryaçey Wan

Le dûrewe ra be xoy û cantay
Pirr le cirîwe, pirr le dwa roj û
Pirr le ewînî cemîley dayk û
Esrînî xuşk û
Pirr le pepuley Îlxanî Zade û
Pirr le soraxî naw cem û
Timanî Sine û Sablaxî
Pirrîş le şewboy werîwî awê
Kiçêkî hêma, kiçe şimşallê

Be rêgawe bû bigatewe cê
Kiçê le neslî ew hellallaney
Leser berd errwên
Kiçê le texmî awî şehîd û
Kiçê le towîy gulle hetaw û
Kiçê le şî'rî baxçekey siware
Kiçê yekem car cawî
Le bêşkey befraw pişkut û
Her yekem rojî şazar be siwarî
Zistanê hatû lew kêwane da
Daye dest ziryan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?