Necmedîn Xulamî - Qijî nermit
wêneyê hunermendî:ê 97 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Necmedîn Xulamî - Qijî nermit

Qijî nermit , weku tallî xoretaw
Leser qollo şanî spî , perşuxaw
Nexmey şîrîn , awazî xoş le denga
Wirşey sernic , lenaw çawêkî menga

Xallêkî kall , nexşêkî cwan , leser rû
Bejn û ballat , wirdîle û rêk û hellçû
Zerdexeney ew ruwe , hî ew lêwe
Frîştey hest , hî em dlle bzêwe

Way lê ekat , bête sema û goranî
Blerzênê telî awazî cwanî
Drextekey , ser kanêkey baxî çem
Pê ekenê , gellî ellên : pirr bedem

Le bîrmane , mnall bûn lew baxa
Zerdey demtan , eda bepşitî daxa
To birrwane ew kanîye nazdare
Êsteş wêney herdukmanî lê dyare
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?