Neviyö İsmail - Delal
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Neviyö İsmail - Delal

Bê delal delal ha ha ha lo delal delal,
Were delal delal lo delal delal.
Delal qurban mi go, qey bextê me bû ho hoy lo ji gelî kişiya,
Çevêm çevê gede lawikê mi ket û welatê xerîbayê lo dilê mi êşiya.
Delal qurban, mi gelî kûr e lo bê av nabe,
Were darê merxê kevnar nabe,
Qîzê vê hewnê mala bava,
Tu car tu car lo bê yar nabe.
Delal qurban, ne mi go serê te bixwe lo cêrê avê,
Bira te cêr hilneda neçûyayî avê,
Keleş lawikê te welatî xerîbî xerîbistan,
Gelo ji kerba lo neda navê.
Delal qurban mi go ceniya gede lawikê lo mi filitî,
De ceniya delalê dilê mi filitî,
Gundî cînar lê xebitî,
Min ê bida deling dawê xwe teşîkulê, ez ê biçûma pêşiyê,
Xelqê bigota gelo dilê yarê lo dil şewitî.
Delal qurban, ne mi go çi kanînga lê baxçê me da,
Ne mi go çi kanînga lê baxçê me da,
Axa awa lê sekinî, xulam xwest me kara veda,
Hekî tirsa mi tunebûya, koma bav û bira,
Min ê kurikê gede lawikê xwe bida ser çokê,
Jê ra reng bi reng lo girêbida.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î