Nilüfer Akbal - Lê Dotmam
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nilüfer Akbal - Lê Dotmam

Xeber hate min li ser eşqa dil
Eywax gul bû evîndara bilbil

Bilbil xema qet nakişîne ji gul
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev niştiman e
Diqêrî, digazî li ber destan e

Wê çawa bê sebra me Kurdan e
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam tu pir şêrîn î li ba şivan
Lê niştiman nadim bi hezar yaran

Bo azadî dil û canê’m qurban
Bo aşitî dil û canê’m qurban
Lê dotmam lê dotmam wey em rûreş in
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?