Nilüfer Akbal - Were Sînê
wêneyê hunermendî:ê 87 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nilüfer Akbal - Were Sînê

Were sînê, lê
Ez heyrana çavê te me
Hey lê sînê,
Were sînê lê
Ez birîndarê bejna te me
Heyra min e,
Tu kubar î, lê
Mina kevotka çîl û qerqaş
Rûbarê heyvê
Tu bedew î lê
Mîna kulîlka nav mêrg û çîmenê eşîretê
Dihebînim mîna ziyaretê navê sînê
Sînemê, bedawa nav eşîrê sînemê

Birîndar im ez
Mîna teyrê nav esman e
Kurdistan e
Were sînê lê
Birîndarê xwe bibîne
Heyra min e
Tu bizanibe ez
Tu car bir nakim navê sînê
Rûbarê dinê
Birîndar im ez were sînê, were sînê, were sînê
Dihebînim mîna ziyaretê navê sînê
Sînemê bedawa nav eşîrê sînemê…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?