Nîzamettîn Ariç - Bêmal Dinê
wêneyê hunermendî:ê 167 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Bêmal Dinê

Bêmal dinê heyran
Çavê reş û belek, de hayê
Tew tim belan e, gidî lo
Îsal heft sala ji xema dila di gunda da,
bê kil man e
Gidî lo, gidî lo
Poşman dilo
Xelkê mirazê xwe dîtin, gulê xwe çilpandin
Ew wê zalimê ez xepandim,
ne xwestim ne rewandim
Ez bona gurzê belek,
çawa bûm e qaçax û firarê serê çiyane
Gidî lo, gidî lo
Poşman dilo

Bejna zirav sekiniye li derê malê,
ber siya holê
Wey la te çavreşê zer û zolê bi qijika rêveçûnê girêdanê tew tim têlê
Xazila tu ji min ra bûya kewaniya berî sêlê
Ez ji kewa gozel ra çend saleke bûm e
Axayê berê male
Gidî lo, gidî lo
Poşman dilo

Kewa gozel li derê malê sekinî difikirê
Bayê sibê dayê tuncika wê ser eniya kever tiştêş kirî
Ew wê zalimê ez xepandim,
ne xwestim ne rewandim
Umrê min di gunda da tev dirizî
Gidî lo, gidî lo
Poşman dilo

Kuro dîno ez nexweşim li ber mirinê
Faytonê bînin min bikinê mala lawikê min ziyaret e,
berê min bidinê
Ez ê çûme hela ketiye ber mirinê
Ez ê tiştekî pêre nabêjim xelê min vebirin min bidinê
Gidî lo, gidî lo
Poşman dilo, lo lo
Poşman dilo lo

Kuro dîno,
Kuro dîno ez nexweşim
Ez nexweşim li ber mirinê
Faytonê bînin min bikinê, mala lawikê min ziyaret e
Berê min bidinê
Ez ê çûme hela ketiye ber mirinê
Ez ê tiştekî pêre nabêjim xelê min vebirêin
Min bidinê, min bidinê
Poşman dilo
Ax, kurdo dîno
Ez ê tiştekî pêre nabêjim xelê min vebirin
Min bidinê
Gidî lo, gidî lo
Poşman dilo, hey lo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?