Nîzamettîn Ariç - Çiyayê Şengalê
wêneyê hunermendî:ê 183 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Çiyayê Şengalê

Çiyayê Şengalê
Gula li ber palê
Hêlek tev bi xwîn e
Hêlek li ber tavê
Rûyê wanê tarî
Destên wan gemarî
Mirovên me kuştin
Xistin parî-parî
Qetandin bi qestan
Mishef û Avesta
Bûkên ser bi xêlî
Avêtin ber destan

Çiyayê Şengalê
Gula li ber palê
Hêlek tev bi xwîn e
Hêlek li ber tavê
Çiyayê Şengalê
Warê Êzdîxanê
Pîroza cîhanê
Dilê Kurdistanê

Bi şev û bi rojan
Li ser çiya hîştin
Zarokên bê gune
Ji birçîna kuştin
Çiyayê Şengalê
Hêlîna ber palê
Ji ser te bi rî ne
Awa li me walê
Awa li me walê
Awa li me walê
Awa li me walê

Çiyayê Şengalê
Gula li ber palê
Hêlek tev bi xwîn e
Hêlek li ber tavê
Çiyayê Şengalê
Warê Êzdîxanê
Pîroza cîhanê
Dilê Kurdistanê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?