wêneyê hunermendî:ê 123 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Êş

Êş zarokên Şengalê ne
Kenên ku li qiblegehan
Pîroz mane pîroz mane
Pîroz mane êş
Êş rûxandina warê bav û kalan e
Wêrankirina dîrokê li pêş çavan e êş
Êş..êş..
Wey lo wey lo..
Lo lo wey lo..
Îro wekik we çiyayek ji berfê bihele
Dilopên ji xwînê dinuqutin li ser dilê min
Wey lo wey lo wey lo..
Dilê min, ax
Xwezî ez kor bûma
Min ? nedîta
Wey lo wey lo..
Reben ez im
Wey lo wey lo..
Bêkes ez im
Wey lo wey lo..
Xerîb ez im
Wey lo wey lo..
Reben ez im wey lo

Êş di nava du lêvan de
Qîrîn û hawar e êş
Gazîkirina "were were"
Bangkirina "neçe neçe" ye

Êş temaşekirina li êşan e
Pêxasên welatê min e
Qedexekirina jiyanê ye
Koçberî ye
Terkkirin e
Êş..êş..êş..
Êş ez im, tu yî, em in
Êş..êş..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?