Nîzamettîn Ariç - Êşa Rojava
wêneyê hunermendî:ê 185 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Êşa Rojava

çumê çiyayê kurmênc li nav gerîm
efrîn mîna bûkan bi xemla zêrîn
min dît efrîn bi ser xwe de dilorîn
jê pirsiyam hêstir ji çavan barîn
bersiv sar bû li ser lêvên wî yê şêrîn

xort û keçen min ji bo welat cangorî
ji başur ji bakur venegerîn
talan dibin dikin hawar û qerîn
dil û cîgera min ji sînga min çirîn
heywax li min heywax, heywax li min
heywax li min çawa welat tê dizîn

berê xwe min da çolê wê beriye
bûm mevanê bajarê kobaniyê
min dît keçek digiriya li wê bejiyê
bi dilsotî pirsiyam ji wê horiyê
heywax li min heywax, heywax li min

xwîna birayê min rijiya li vê goriyê
yarê min kuştin leşkerên suriyê
her du mirin bo eşqa azadiyê
sonda min ji ku bigihe ronahiyê
heywax li min heywax, heywax li min
heywax li min ji vê zilm û zoriyê

ez çume serdana girê şermola
hat qerîna zarok û mindalan
pirsiyam ji sînemayê, ji dîwaran
ji amudê hîn tê dengê hewaran
heywax li min heywax, heywax li min
heywax li min ji nalîna şûnwara

min bere xwe da bajarê evînê
min dît qamişlokam di nava şînê
şêxê şehîdan mişel bibîrtînê
navê mişel şehîd dinivîsîne
navê mişel temo dinivîsînê
heywax li min heywax ji vê lehiya xwînê

dirbesiyê çara xwe lê nabînê
dêrika hemko rondikan dibarînê
serêkaniyê eşa xwe dilorînê
kurd li şamê dest danî ser birînê
heywax limin heywax, heywax li min
heywax li min ji wê lehiya xwînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?