wêneyê hunermendî:ê 186 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Gozel

Sîng û berê kewgozelê Elegez e
Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e
Memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne
Xalêd sûret mîna konê Kurmancî ne
Guliyên yarê mîna cewên derbiharê
Hev girtine, fitil fitil têne xwarê
Ezî li ser kawkubarê bengiyê xefûr
Min da destan û lîlandin sîmên tembûr
Min got: Yarê, tembûr di destê min de heliya
Were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan

Got: Beytûyo, por û guliyên min qumaş in
Yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in
Sîng û berê min zozan e, ez çavreş im
Ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im

Got berzeqê û bi awir li min nihêrî
Awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî
Cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn
Saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn
Mêrg û geliyên Elegezê girtin dûman
Niza’m ji çi re gelo bihar bû zivistan

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?