Nîzamettîn Ariç - Lo Mîro
wêneyê hunermendî:ê 173 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Lo Mîro

Lo mîro, lo mîro
Neyar dîn bûye har e
Ne zarokan dizane
Ne pîran dizane
Şewitand xakê kurdane
Bajar û gundê me tune bûn, talan e
Lo mîro, lo mîro

Lo mîro, mîro... mîro
Mîrê Mîrano, mîro
Bi kerema xwe serê xwe rake ji gorê
Ji bajarê Şamê berê xwe bide Kurdistanê
Bibîne êş û janê
Li Helebçe, li Badînanê
Li Hekarî, Agirî, Şirnex û Dersimê
Mehabad û Wanê
Bûne pergende li pêş çavên cîhanê, lo mîro
Loy mîro..

Lo mîro, lo mîro
Neyar dîn bûye har e
Ne zarokan dizane
Ne pîran dizane
Şewitand xakê kurdane
Bajar û gundê me tune bûn, talan e.
Lo mîro, lo mîro

Lo mîro, mîro... mîro
Mîrê Mîrano, mîro
Bi kerema xwe hespa xwe xarke vê carê
Li welatê kurdan jar û axû dibarê
Ne yar dînbûye har e
Ne zarokan dizane
Ne pîran dizane
Şewitand xakê kurdane
Bajar û gundê me tune bûn, talan e.
Lo mîro, lo mîro
Loy mîro!

Lo mîro, lo mîro
Neyar dîn bûye har e
Ne zarokan dizane
Ne pîran dizane
Şewitand xakê kurdane
Bajar û gundê me tunne bûn, talan e.
Lo mîro, lo mîro

Lo mîro, mîro... mîro
Selahetîno mîro
Bi kerema xwe bîne bîra xwe Hitînê
Xortên kurdan berên xwe dabûn mirinê
Canfeda bûn ji bo Filistînê
Bo Musulmanê vê dinê
Gelê me weqa da hîn dide îro
Îro li me rabûye fermane
Li *bav û serê me kurdane
Fermaneke pir giran e
Ji welatên muslmanan nayê dengekî dostane
Pirsa kurdan li mezatan têye firotane
Lo mîro
Loy mîro!

Lo mîro, lo mîro
Neyar dîn bûye har e
Ne zarokan dizane
Ne pîran dizane
Şewitand xakê kurdane
Bajar û gundê me tunne bûn, talan e.
Lo mîro, lo mîro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?