Nîzamettîn Ariç - Mihemedo
wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Mihemedo

De lorî....
Cîhana wî alî bûye gola gemarê
Pakî di nav xwe de vala kiriye ji mijarê
Xwedê bi navê xwedê tê riswakirin
Welat bi navê welêt tê wêrankirin
Mirov bi navê mirovatiyê tê kuştin

Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, lorî, de lorî..
Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, lo lorî..

Agir bi hestê şermê ketiye
Wujdan di nav zibilgoyê demê de têk çûye
Warê pêxemberan di nav leheya barana derewan de kifkî bûye
Mirovên demekî serbilind
Stû-xar di nav janê de dinalin
Dinalin..dinalin..dinalin
Li benda hêviyê ne
Li benda..li benda..li benda hêviyê ne

Mihemedo, lorî, lorî, lorî, lorî..
Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, de lorî..
De lorî, lorî, lorî, lorî...
De lorî, lorî, lorî, lorî...
Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, lo lorî..
De lorî berxê minê lorî
De lorî mihemedê dayika xwe lorî
Lorî şekirê li ser lêvên hevalano, lorî
Lorî, lorî, lorî, de lorî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?