Nîzamettîn Ariç - Penaber Im
wêneyê hunermendî:ê 155 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Penaber Im

Li welatê xwe
li kolanan
Li warê qedîm
Li axa zêrîn
Ala azadiyê dan ser milan
Nexwest rakin lingên neyaran

Penaber im
Penaber im
War bi war ez digerim
Dilteng û tengezar im
Bê mal û bê saman im

Dema bira bi pêsîra hev ketin
Gur û çeqel dor li me girtin
Agirê xwe avêtin li ser me
Wêran kirin mal û halê me

Penaber im
Penaber im
Welat, welat ez digerim
Biyanî me
Koçberî me
Li bajar bê dost û yar im
Penaber im
Penaber im
Welat, welat ez digerim

Lê lê dayikê
Dilê minî ji dilanî dilekî bi kul e
Derdê zilmê kes nebîne lê dayê lê dayê
Axî..
Xwedê kesî bê mal û bê war û bê hêvî nehêle
Bê welat...
Ez reben im lê dayê
Ez reben im
Reben im
Reben im
Reben im
Bê welat ez reben im lê dayê
Bila ? ronahî dîsa hilbe
Emê vegerin welatê me şîn be
Destê xwe dirêj dikim kadayê
Lê lê lê..
Li welatê xwe û li kolanên dinê
Nizanim, ez çi digerim li ?
Sist bûye li min dest û ling
Xerîb, tenê, bê zar û ziman
Penaber im
Penaber im
Diyar bi diyar ez digerim
Biyanî me ez koçberî me
Li surguniyê bê dost û yar im.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?