Nîzamettîn Ariç - Serê Kaniyê
wêneyê hunermendî:ê 145 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Serê Kaniyê

va ye rihê min ji xwe re bibe
bike bask kevok
bike dar bîhok
bike xalxalok
bike finda xwe, lê êşa min nebe
lê êşa min nebe.
hey ferhenga girînê
hey asoya firînê
hey dîlana egîdan
hey cezbeya mirîdan
hey dimdima minê serêkaniyê
va ye dilê min ji xwe re bibe

bike narincok
bike bablîsok
bike şevçîrok
bike doh, bike îro û bike sibe
hey destana jînê
hey taca bêriyê
hey ximava birînê
hey xwîna serêkaniyê
va ye destên min ji xwe re bibe
bike çeper û tiving
bike sîtava ferhad
bike hawar û feryad
û bike stûn û gizing
bike darbest
bike helbest
û bi mirina min şa bibe

hey gulistana janê
hey serkêşa gaziyê
hey daristana danê
hey ava serêkaniyê
va ye çavên min ji xwe re bibe
bike şevçira
bike berbang
bike dergûşa pêxembera
bike hêlîna azadiyê
bike rojçêbûn û wek sorgulan vebe
hey sertaca zemanan
hey qiblenameya ciwanan
hey sirûda mizgîniyê
hey keça minê serêkaniyê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?