Nîzamettîn Ariç - Zarokeke Şengalê
wêneyê hunermendî:ê 105 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Zarokeke Şengalê

Zarokeke Şengalê
Çavê wî mişt giriyane
Sura şêx Adî Şengal
Pê hev tê û çar ferman e
Bi hezaran tên kuştin
Warê derd û xeman e
Mezhebê Şerfedîn e
Qûpên qelenderan e
Çendî me jê dûr bikin
Şengal her Êzdîxan e

Qîr û êşa zarokan
Digihe ber perê ziman
Kom û kome li we rabûn
Hawar Fexrê Yadiyan
Dengê canfedayên we
Bûye hezarê salan
Bûye hezarê salan
Nalîna zar derdê bên
Ji wan def û şebakan
Li ber dengê hawarê
Sergêj bûye ev çiya

Evan hov û qatilan
Bilind kirin ferman e
Xwînxwarn bawer dikin
Çûna Şengal seyran e
Nizanin Şengala min
Tev lawij û destan e
Mêr û mêrxas û egîd
Wan herdu Qasiman e
Çendî me jê dûr bikin
Şengal her Êzdîxan e.
He..he..he..hey
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?