wêneyê hunermendî:ê 199 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Zînê

amed li ser diclê de giriya bi herdu çavan e
got li minê çi şermekî mezin e giran e
li başûrê welêt xelkê me bûye perîşan e
digerine li warekî bolî dibin mêvan e
feleka xayinî çi şermekî mezin e giran e
li şûna biran serdest bûye mazûban e
li dor hêlan leşkerin li tiving û sungiyan e

li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê
li min li min li min

dereng e dereng e ro razaye nivê şevê ye
ji binê konekî qirîna zînê tê ye
zînê neh salî, ji birînan xewnî ye
dayikê bangkir zînê ciwanê, ez bi gorî
te kezeba min kewand, keçê lorî lorî
zinê got lê dayê zîn bi heyran e
qirîn şerm e dizane
lê birîna min xedar e
agirê can û bedena min rebena xwedê helande

li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê
li min li min li min

(Di hin versiyonan de gotinên li jêr jî hene)
De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Gernas û mêrxas divê tu negrî
Milet ku sax bin nema tu bimrî

De lorî keça min lorî
De lorî kurê min lorî

Milet hişyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Sêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest/azadî/serbestî dixwazin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?