A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nûarîn - Lorî
Gotinên Stranan

Nûarîn - Lorî

Jiyan her tim ne şahiye
Carna zor û zehmetiye
Kes derdê kesî nizane
Ji dûr ve her tişt xweşiye

Lorî lorî berxêm lorî
Tu qet negrî ez bi gorî
Bi bawerî tu sebir ke
Piştî tarîyê ronî ye

Jiyan her tim ne bihare
Carna zîvistan û sare
Roj bî roj emrê me diçe
Dawiya jiyanê mirine

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?