Nûarîn - Jin Jiyane
wêneyê hunermendî:ê 242 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nûarîn - Jin Jiyane

Jin jiyan ava kiriye
Bi ked û xebatê xwe
Dayîka mirovatî ye
Pêşenga civakê ye

Welatê xwe zimanê xwe
Diparêze çanda xwe

Jin jiyan e
Jin berxwedan e
jin ronahiya civakê
Jin serhildan e

Hember zilm û zordarî
Herdem tekoşîn dide
Bi hêvî û bawerî
Jiyanê hembêz dike

Serokê xwe şervanê xwe
Diparêze doza xwe

(Dîsgotin)

Bi fikir û ramanê xwe
Wateya jiyanê ye
Bê azadiya jinê
Civak qet azad nabe

netewa xwe dîroka xwe
Diparêze ala xwe

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Nûarîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?