Nûdem - Hey Li Min Talan e
wêneyê hunermendî:ê 131 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nûdem - Hey Li Min Talan e

Heyla li min tixûbê deştika zozan giver û şkêr e.
Ax belek bilind in diçin ber erşê Xudê re
Kaxezik ji Mekeh û Medîna mibarik hatibû mirina min evdala Xudê vê re
Ez nakevim ber mirina xwe evdalê Xudê
Ez nizanim piştî min bejinka bilind çavê reş û belekê bimîni ji kê re
Hey mi talan e
Heylê mino

Girikê Nîskîn bilind e l'mi çû banî
Ax xemlik û rewşa xwe girê da
Xwîsarê berfê şaşikik spî serê xwe weranîbî
Kurik dibê keçikê hey mala te xira be
Çavê te ji xwe reş û belek in çi hewceyê kilê siphanî
Ez ê Herekola Mîra ketim heta nîvî
Ax li min xweş tê dengê şahlûl û bilbila
Na Wile qebqeba kewên kûvî
De bila ez bibiyam qevdikik sosin û beybîn
Ez biketiyam şona guharê zîvîn
Hey min talano
Hey lê mino
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î