Onur Evin - Berxwedana Zîndana
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Onur Evin - Berxwedana Zîndana

Berxwedana zindana
Ronahî dide her deran
Hêz û coşa hevalan
Dimeşe bi milyona

Êdî bes e bindestî
Dixwazin em azadî
Ma ne bes e koletî
Îxanet û bêbextî

Rê hevalên Nazlum
Kemal, Xeyrî, Egîdan
Dest pê kir li zindana
Meşiyan bi milyona

Zor û zilma neyaran
Ber xwe didan bi hevra
Bûn ronahî li her deran
Wek bahozan ser çiyan

Daweta azadiyê
Dest pê kir li Kurdistanê
Keç û xortê me li ku ne
Bigirine dîlanê

Ala rengîn bilind kin
Kesk û sor zer xemlînin
Em ê welat azad kin
Axa xwe hemî cîhan

Ala rengîn bilind kin
Kesk û sor zer xemlînin
Em ê welat rizgar kin
Axa xwe hemî cîhan
Em ê welat azad kin
Axa xwe hemî cîhan

Gotin û Muzîk: Onur Evîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?