Ozan Şêxo - Keko Ziman Dirêj im
wêneyê hunermendî:ê 100 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ozan Şêxo - Keko Ziman Dirêj im

Keko ziman dirêj im
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xêrxwaz û dîlovan
Bê toz û bê qirêjim oy oy

Ziman ê min û teye
Nisk û genim û ceye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim oy oy

Genim hemî zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hevda berdane
Lê ez jêre girbêjim oy oy

Zimanekî kevnar e
Çend sale ko beyar e
Di bin lingê neyare
Bi ser we de navêjim

Ez ne şêxim ne mewla
Li kes nakim teşqela
Ji ber wan derd û kula
Bê roji û nimêjim yo oy

Tim dixwazim azadi
Divêm xweşî û şadî
Bê zor kesek heq nadî
Ne zordest û xwînrêjim oy oy

Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Prangalar – 1994)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?