Ozan Şêxo - Kî Zava
wêneyê hunermendî:ê 138 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ozan Şêxo - Kî Zava

Kî zava ! kî zava !
kekê'm zava hêy hêy
Birê'm zava loy loy,
hevalê'm zava hêy hêy

Kê bûk e ! kê bûk e !
xûşka'm bûk e hêy hêy
Delala'm bûk e loy loy,
hevala'm bûk e hêy hêy

Kirasê zavê teng e,
xemla bûkê heftreng e
Haydê rabin dereng e,
tevda bêjin kî zava

Ciwano rabin Yallah,
govendo hala hala
Tevda bêjin maş'Allah,
de dîsa bêjin kî zava

Lêxe diholê lêxe,
toz û hewarê pêxe
Lez bike bûkê bi rê xe,
tevda bêje kî zava !
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?