Ozan Şêxo - Nizanim
wêneyê hunermendî:ê 532 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ozan Şêxo - Nizanim

Xeyda ji min xeyidye
Rû sar û pir cemidye
Li ser wê ez dikalim
Wekû bilbil dinalim

Tenê dibê nizanim,
Nizanim ez nizanim,
Nizanim ez nizanim hevalo

Dibê dûrî min here
Te yek diye ji xwe re
Ez û tu bûne dijmin
Êdi bes were cem min

Tenê dibê nizanim,
Nizanim ez nizanim,
Nizanim ez nizanim hevalo

Go yekê pozbilind e
Gelek delal û rind e
Bê xwedî û xwedan e
Navê wê Kurdistan e

Me go rast e dizanin,
Dizanin em dizanin,
Dizanin em dizanin hevalo

Min go: bêje kiye ev
Li ser dibêm roj û şev
Go: min çi jê ye heyran
Hûn pîroz bin ji bo hev

Tenê dibê nizanim,
Nizanim ez nizanim,
Nizanim ez nizanim hevalo

Tu tim li ser dibêjî
Pir ronîkan dirêjî
Wê zor daye girînê
Çav sor bûyê ji xwînê

Min go qurban dizanin
Dizanin em dizanin
Dizanin em dizanin hevalo

Min ew da ber milê xwe
Min pê xweşkir dilê xwe
Bi qurbana te Seyda
Navê te kirye Xeyda

Dizanim ez dizanim
Dizanim ez dizanim
Dizanim ez dizanim hevalo

Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Ozan Şêxo
(Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?