Ozan Şêxo - Sebra Dilê
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ozan Şêxo - Sebra Dilê

Yek sebr û mala min tu ye were
Dost û hevala min tu ye were
Gula xeyala min tu ye were
Carek were sebra minê were

Dilxwazê dîdara te me were
Herdem di gulzara te me were
Wek rojî êvara te me were
Carek were sebra minê were

Çavên te har û dîn kirim were
Birhên te dil birîn kirim were
Îro te ez bê dîn kirim were
Carek were sebra minê were

Sebra minê mala minê were
Newroz û sersala minê were
Herdem di nêv bala minê were
Carek were sebra minê were

Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Jo bo bîranîna Cigerxwîn – 1985)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?