Ozan Şêxo - Şoreş
wêneyê hunermendî:ê 116 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ozan Şêxo - Şoreş

Şoreş destpêkir qêrin û gurmîn
Gulle barandin li hawir xurmîn
Li jor Firoke li jêr tang û top
Ji xwînê sor bûn hemî der û şop

Lê Kurdên gêrnas ketin ser çiya
Dixwazin bigrin axa Midiya
Naxwazin bimrin reben û bindest
Lê divên bijin azad û serbest

Li hawîr şewat li hawîr kuştin
Di nav welat da tiştek nehiştin
Hemi şewitîn dar û ber û rez
Dane ber lingan dexl û dan û pez

Em tev tên kuştin ne suc û sebeb
Ji me çi dixwazin Tirk, Fars û Ereb?
Heqê mirovan ji wan dixwazim
Çima nadin me bê şer û gazin

Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev
Stranên dostî bibêjin em tev
Doza me tevan bibî azadî
Bi hevra rûnin xweş û dilşadî

Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev
Stranên dostî bibêjin em tev

Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?