Qadîr Kaban - Çawî Rwanî Bê Huda
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Qadîr Kaban - Çawî Rwanî Bê Huda

Hemû rojê leber seyrî bitî ew bejn û ballaye
Leser rêy da dewestim min, heta ku awî pê daye

Be dû çawê ke şewqî çawerrwanî eytirukênê
Be dû çawê ke sirrî qullî lawêtî edirkênê

Serincî rê edem, rêga, hemû şêwey ewî tiyaye
Weku dinya le naw ciwanî ewa tiwabêtewe waye

Şiney ba, basî ciwanî ew be gwêy min da eçirpênê
Hemû der kewtinî şoxê dillî min da exurpênê

Bellam xurpey tewawî dill legel hengawî ewdaye
Ke sertapa le awazî beheştî xwawe peydaye

Bellê katê ke ew der kewt, îtir min bê ser û şwênim
Be tîşkî xorî ciwanî ew, be carê qullip eda xwênim

Weku çon newnemamê, gerdelul eybat û eyhênê
Leşim mûçirrkî dilldarî weha naxî ebizwênê

Ehmed herdî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î