Raperîn - Oy Yarê
wêneyê hunermendî:ê 105 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Raperîn - Oy Yarê

Oy yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêviyên dilên sarî
Nabînim, tu ji min dûr î
Ji bo hêviyên azadiyê
Şîn bûye li ser Zagrosê
Derket jor nayê xwarê

Oy yarê, oy hevalê
Ciwaniya emrêm kanî
Heviyên dilêm kanî
Xeyidîn çû ma naynê
Azadîya vê jînê ji min hate dizînê
Zaroktiya min kanê

Oy yarê, oy hevalê
Hêsir li çavêm dotin
Dil û cîgeram sotin
Xwen û xeyalên min firotin
Me dîsa serî hilda
Li nav xwîna xwe jîn da
Tovên jiyanê evîn da
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?