Raperîn - Westiyayî Me
wêneyê hunermendî:ê 141 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Raperîn - Westiyayî Me

Tenêhî mîna qêrîn e
Bêkesî weka birîn e
Roj bi roj heliyam
Dem bi dem qediyam
Hejarî weka mirin e

Westiyayî me
Dilşikestî me
Roj nedîtî me
Egîdê min nayê
Westiyayî me
Dilşikestî me
Roj nedîtî me
Delalê min nayê

Ez im hêvîdar
Li benda te me
Weka zarokan
Li hêviya kenê te
Ez im hêvîdar
Li benda te me
Mîna zarokan
Li hêviya kenê te

Dil bê te nikare şa be
Çavên min her tim di rê de
Gav bi gav kêm dibim
Ji bêriya te şêt dibim
Bendewarî çi zor e!

Westiyayî me
Dilşikestî me
Roj nedîtî me
Egîdê min nayê
Westiyayî me
Dilşikestî me
Roj nedîtî me
Delalê min nayê

Ez im hêvîdar
Li benda te me
Weka zarokan
Li hêviya kenê te
Ez im hêvîdar
Li benda te me
Mîna zarokan
Li hêviya kenê te
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î