Rênçber Ezîz - Lo Lo Bira
wêneyê hunermendî:ê 104 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rênçber Ezîz - Lo Lo Bira

tu biçûka birayi bira
tu derdê ser derdayî bira
tu kederu pir giranî bira
tu camerî çar meranî bira

Lo lo bira xeber çûyê
Bîngöl û Bidlîsê Mûş û Karliovayê
ezê digerîm nagerîm dengê bavê Mêhmet Begê
şerefe soranayê
biraye min hatîye tirsim jendirme hikûmetê
deste biraye min daye kelepçê
lingevî dayê zîncîrê li Diyarbekir mehkemeyê
savcîyu hakim îdamê biraya min dixazin
ax, kule dile min giran heya mirineê
ji dilemini millete kurd dernayê

tu biçûka birayî biraye
tu derdê ser derdaye bira
tu kederu pir giranî bira
tu camerî çar meranî
ax bira

Lo bira, Kema Paşa dibê:
Ti yê were qebûl bike
Qanûna nîzamê me tirkan
Emê, Kurdistan daxilê Tirkîyê kin
Bidima te reyîstîya wa Kurdan

Birê min go
Lo Kemal, bataxa dawê min tune ye
Bataxa dawê miletê kurd e
Bataxa dawa kî pir giran e
Bataxa dawê azadîya Kurdîstan e
Sixtir be kuçikê Kemal
Ti bi xu zanî,
Her çîki Kurd e,
Qebûl nake qanûna nîzamê we tirkan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?