Reqso - Lêxe
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reqso - Lêxe

Hiii... Hiii...
Wisaye birayê min wisa ye wisa ye!
Bi xwedê yên me betal in birayê min!
Bi xwedê bi kerî tiştekî nayên!
Bi serê şêxê te kirim eynî wisa ye!
Bi xwedê em bela xwedê bi wan re ketine!
Erê!
Ev çawa çêbû!
Wisa ye birayê min wisa ye!
Bi xwedê bi kêrî tiştekî nayên!
Ev ev çi bû?
Heeew!
Wisa ye birayê min!
Cirnexweş in!
Erê! erê! erê!
Jixwe hûn ji me kêm bûn haa!
Betal in betal in birayê min!
Eynî wisa ye!
Bi xwedê bi kêrî tiştekî nayên birayê min!
Mala minê ji we re!
Mala mine ji we re!
Eee...
Betalî xweş e!?
Çi ye? Çi ye? Çi ye?
Ev çi bû dîsa?
Heeew!

Ji bo xatirê xatiran, bes bikin birrebir de êdî bes heeew!
Ji çar aliyan ve kom û kuflet, ev çawa çêbû li serê me
De ka îcar xwe bidin alî, rêya me vekin heeey!
Roja me dilgeş e nesekine biguvêşe lêxe

Ji vir ve lêxe were nêzîk be deng! deng! deng!
Fedî neke rahêjê lêx! lêx! lêx! ha wisa ha!
Were were ba min wekî din nayê qîma min
Tiştên eletewşo me kir, bû tirşo mirşo

Zaro maro bê malo kes nabêje ev çi halo
Rêça we ne rêç e hûn çi bikin jî hîç e
Werhasil û merhasil devoka toriya şêrîn e
Min go wilo neka kuro wilo neka!

[Dîsgotin]
[×2]
KÎ ÇI DIBÊJE BILA BÊJE LÊXE!!!
ÎRO HEYE SIBÊ TUNE YE LÊXE!!!
KÊ? ÇI? LI KURÊ? KENGÊ? ÇAWA? LÊXE!!!
JI DIL Û CAN LÊXE JI KEZEBÊ LÊXE LÊX LÊX LÊX

Eee...
Zarokno ji kerema xwe qadê vala bikin!
ee...
Binêr bela xwe nedine kesî haa!
Hii?
Hii gotî quzilqurt hii gotî quzilqurt!
Ji kerema xwe
xwe ji nav dest û piyan bidin alî!
Ev çi ye? Ev çi ye?
Zarokno! zarokno!
Heyrana çavên we!
Bela xwe nedin kesî
[Prreaaahh]

Awaz aheng deng reng, xwe bidin alî beng! beng!
Hewildana bêrêz, ketine dorê rêz bi rêz
Hevokên pûç û vala, li ser zimanan dinale weyla!
Hewcedarî xweliya heft gundan li ser serê we dibarî

Birûskên nava dilan dipişkivin ji dev û lêvan
Qada cenga mêran dibiriqe ji alî û hêlan
Tu pişta xwe bide dîwar, binêr hişş neke qêrîn û hawar, wey!
Dev jê berde were dest bi dest, dest pêke biherike hest pêke wey!

Mizgînî daxuyanî bieliqîne xwe neewiqîne
Şêwaza me tar û mar dike û.. û.. dipelixîne
Dengê we tê ji poxana, hun bûne bela strana
Ji we nayê û li we nayê, gelo hun çima digirin dîlana?

Pêşî guhdar bike (Bike)
Dûre ava bike (Bike)
Hinek xweş bike (Bike)
Wisa pêşkeş bike (Bike)
Dinya dizivire zeman dikizire
Tu bêjî jî nebêjî jî serê wan ne hevîr e
Kuro law wek mîna kevir e!

[Dîsgotin]
[×2]
KÎ ÇI DIBÊJE BILA BÊJE LÊXE!!!
ÎRO HEYE SIBÊ TUNE YE LÊXE!!!
KÊ? ÇI? LI KURÊ? KENGÊ? ÇAWA? LÊXE!!!
JI DIL Û CAN LÊXE JI KEZEBÊ LÊXE LÊX LÊX LÊX

*Çavkanî: Reqso (Li ser YouTube'ê)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î
wêneyê hunermend
Dildar
94 0