Reşîdê Baso - Bavê Îpekê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Baso - Bavê Îpekê

Were lol o, were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo,
A de were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo,
Wî lo bavo bejna Bavê Îpekê zirav egul e gula bêrîvanê,
Hey lo keko, bejna Bavê Îpekê zirav e gul e gula bêrîvanê,
Hatiye pey Bavê Îpekê min têla Mûşê, keko w Ezirganê way.
Were wî lo bavo, kekê têlê hatiye pey Bavê Îpekê, di kela Mûşê,
Were lo lo w Ezirganê,
Destê Bavê Îpekê mi girtin berê wî dane Taşxana rengîn, qala Ezirganê, sed û
yek sal gune danê,
Were lo lo, were lo lo, were bavo oy oy.
Wî lo bavo sed û yek sal gune danê,
Bimrim ha bimrim, bimrim, bimrim, bimrim, nemînim,
De wezê ditirsim Bavê Îpekê xwe careke din saxî ber çevê xwe nevînim,
Were lo lo, were lo lo, were lo lo, oy.
Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo, were bavo,
Bejna Bavê Îpekê mi gul e gula berbiro ye,
Vê sibê derê mala Bavê Îpekê mi têye dengê borî boristanê, na tê sewta
delîqaza ye,
Wî lo bavo na wele tê sewta delîqaza ye,
De vê sibê destê Bavê Îpekê mi girtin berê wî dane Taşxana rengîn, qala Ezirganê,
Îşev êvar da mala qonaxa wî bûye mala kirîvê, lê lê lê lê wî Şêgo ye û were lo
lo were bavo,
Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo, were bavo,
Wî lo bavo, ne mi go bejna Bavê Îpekê mi zirav e,
Gul e gula nava ketê, were lo lo, were lo lo.
Wî lo bavo, ne mi go gul e gula nava ketê hatiye pey Bavê Îpekê mi têla Mûşê
ye Ezirganê,
A Cemîlê lê lê dewletê, were lo lo, were lo lo, were lo lo.
A wele bavo ne mi go Bavê Îpekê mi ne deyndar bû ne xwîndar bû,
De divê ewî devliken bû, ewî tenê berê wî dane,
A defê lê lê dawetê, were lo lo, were lo lo, were bavo oy oy.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?